Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna Koyeyê şermezar kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê karê teroistî ya qezayê Koyeyê şermezar kir û ragihand, Pêwîste dam û dezgeh û saziyên peywendîdar û asayîş bi zûtirîn demî encamderên vê karê terorîstiyê peydabikin û radestî yasa bikin, bo ku rûdanên heman awayî dûbare nebin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokatiya Herêma Kurdistanê karê teroistî ya qezayê Koyeyê şermezar kir û ragihand, Pêwîste dam û dezgeh û saziyên peywendîdar û asayîş bi zûtirîn demî encamderên vê karê terorîstiyê peydabikin û radestî yasa bikin, bo ku rûdanên heman awayî dûbare nebin.

Şeva borî demjimêr 22.00 an di dema birêveçûna merasîma Şeva Yelda (Şeva Çela) ku di heman demê de roja jidayikbûna Sekreterê berê yê wê partiyê Dr. Ebdilrehman Qasimlo ye, du teqîn li pêş avahiya Polîtbîroa PDKÎ rû dan, di encamê de 4 Pêşmerge, 2 endamên hêza asayişê û endamekî Yekîtiya Lawan şehîd bûn û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Peyam ku li malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, wiha ye:

“Êvariya roja sêşem 20.12.2016 li encama teqîna dû bombeyên çandî li ber Deftera Siyasî ya Hizba Demokrata Kurdistanê li bajarê Koye hejmarek Pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistanê û karmendên asayîşa bajarê Koye şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn.

Ji bilî wê yekê ku gelek bi tundî wê kirdara terorîstî şermezar dikîn serxweşiyê li kesukarên şehîdên wê rûdanê dikin û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn. Pêwîste dam û dezgeh û saziyên peywendîdar û asayîş bi zûtirîn demî encamderên vê karê terorîstiyê peydabikin û radestî yasa bikin û hemû rêwşuwênek jî li ber bigrin bo ku rûdanên heman awayî dûbare nebin.

Armanca terorê dirustkirina tirs û ne aramiya li nav xelk û ne aramiya siyasî û pêwîste bi hewla hemû aliyek rê lê bê girtin û ji holê bê rakirin.”

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
21.12.2016