Cendirmeyên Tirk 3 welatiyên Amûdê li ser sînor dikujin

3 welatiyên sivîl yên bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

3 welatiyên sivîl yên bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hatin kuştin.

Peyamnêrê K24ê li Amûdê ragihand, îro  di dema 5 welatiyên Amûdê ku hewla didan sînorê Bakurê Kurdistanê derbas bikin ji aliyê cendermeyên Tirk ve hatin gulebarankIrin û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê daiyar kir, ew hersê xortên hatine kuştin jî birayê hev in û ji gundê Qeyrewan yê  ser bi bajarê Amûdê ve ne û navên wan Mizher, Rafet û Fîras Osman El-Oman in.

Gelek caran welatiyên Sûriyê dema ku dixwazin sînorê Tirkyê derbas bikin ji aliyê cendirmeyên Tirkyê ve tên gulebarankirin û heta niha jî bi dehan kes li ser wî sînorî hatine kuştin.