Topxaneyên Amerîka bakurê Mûsilê topbaran dikin

Jêderekî ji artêşa Iraqê ragihand, artêşa Amerîka bi mûşeka dûravêj çendîn pêgehên DAIŞê li bakurê Mûsilê topbaran kir, ev yekî bi armanca hevkariya pêşveçûnên hêzên Iraqî li Mûsilê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji artêşa Iraqê ragihand, artêşa Amerîka bi mûşeka dûravêj çendîn pêgehên DAIŞê li bakurê Mûsilê topbaran kir, ev yekî bi armanca hevkariya pêşveçûnên hêzên Iraqî li Mûsilê ye.

Ev yekem car e artêşa Amerîka bi mûşekên dûravêj bakurê Mûsilê armanc dike. Ev yekî piştî sistbûna pêşveçûnên artêşa Iraqê li rojhilatê Mûsilê hat.

Operasyona kontrolkirina Mûsilê di 17 Cotmehê de dest pê kir, artêşa Iraqê û hêza Pêşmerge bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî heta niha nêzîkî 40 taxî ji bajarê Mûsilê kontrol kirine.