Li Mûsilê DAIŞ êrîşî hêza Dijeterora Iraqê dike

Çekdarên DAIŞê di riya otombîlên bombebarkirî çend êrîş bi ser hêzên Dijeterora Iraqê li taxên Întîsar, Şeyma û Selam yên li aliyê çepê yên Mûsilê de birin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê di riya otombîlên bombebarkirî çend êrîş bi ser hêzên Dijeterora Iraqê li taxên Întîsar, Şeyma û Selam yên li aliyê çepê yên Mûsilê de birin.

Şaneya ragihandina şer ya ser bi Wezareta Bergîriya Iraqê ve di daxuyaniyekê de ragihand, li taxên Întîsar, Şeyma û Selam yên li aliyê çepê yên Mûsilê çekdarên DAIŞê êrîşî hêza Dijetora Iraqê kirin, lê hemû êrîşên wan hatin têkşikandin.

Daxuyaniyê amaje kir, di wan êrîşan de 51 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hejmarek ji otombîlên bombebarkirî hatin teqandin.

Herçend e hêzên Iraqî wek dema destpêka operasyona Rizgarkirina Mûsilê de pêşveçûnên bilez nakin û hinek sistbûn di operasyonê de çêbûye, lê ligel ê yekê nêzîkî 40 taxên aliyê çepê Mûsilê hatine rizgarkirin.