Nêrînên PYD û ENKSê derbarê danûstandinên Asîtanê de

Di bin serpereştiya Rûsiya, Îran û Tirkiyê de, biryar e danûstandin di navbera rêjîm û aliyên opozîsyona Sûriyê de li Asîtanê paytexta Kazaxistanê di meha Çileya sala 2017ê de bête li darxistin. Berpirsên partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) geşbîn in ku danûstandinên li Asîtanê bi encamên baş derkevin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Encûmena niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku endameke di Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê de û li gorî hin serkirdeyên wê armanca civînên Asîtanê têkçûna danûstandinên Cenêvê ne, loma ew ti hêviyan li ser Asîtanê girênadin.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, hersê welatên serpereştiya van danûstandinan dikin, dê tenê opozosyona hundirîn vexwînin civînan.