Di sala 2016an de 5 hezar penaber xeniqîn

Li gorî daneyên rêxistinên navdewletî ji destpêka sala 2016an heta niha 5 hezar penaber ku xwestine derbasî welatên Ewropayê bibin canê xwe ji dest dane. Pispor û komeleyên penaberan sedemên vê yekê dinirxînin Komîseriya Bilind ya Neteveyên Yekbûyî û Rêxistina Navneteweyî ya Peneberiyê ragihand ku li gorî salên berê herê zêde di sala 2016an de penaber di derya Spî de xeniqîne û îsal her roj nêzîkî 17 penaber di Behraspî de mirine.
kurdistan24.net

Komîseriya Bilind ya Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Navneteweyî ya Peneberiyê ragihand ku li gorî salên berê herê zêde di sala 2016an de penaber di derya Spî de xeniqîne û îsal her roj nêzîkî 17 penaber di Behraspî de mirine.

Li gorî komeleya penaberan di sala 2015an de 3 hezar û 777 penaber dema ku li ser Tirkiyê dixwastin derbasî welatên Ewropayê bibin di derya Spî de xendiqîne. Herwiha li gorî daneyên komeleyê di sala 2015an de milyonek û 200 hezar penaber derbasî welatên Ewropa bûne, lê belê sala 2016 de ew hejmar daketiye 358 hezar kesan.

Bi bîr û boçûna Serokê Komeleya Penaberan Murat Erdogan, piştî ku Tirkiyê ligel Ewropayê di derbarê penaberan de lihev kir êdî di derya Spî de derbasbûna penaberan zehmetir bû û hejmara mirina penaberan jî zêdetir bû.

Erdogan got jî: "Di sala 2015an de di rojê nêzîkî 2 hezar û 700 penaber derbasî welatên Ewropayê dibûn. Lê belê piştî ku Tirkiyê ligel Ewropayê peymana bi şûn ve vegerandinê îmze kir, bergiriyên ewlehiyê zêdetir bûn. Êdî penaber nema dikarin derbasî Ewropayê bibin û ji neçarî di ser derya Spî re berê xwe didin rêyên bi talûke û mixabin hejmara penaberên canê xwe ji dest didin zêde dibe."

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan û Penabaran di sala 2015an bi giştî Tirkiye di rêza yekem de be jî piştî Adara 2016an penaberan zêdetir di ser Lîbya û Tunisê re berê xwe dane Ewropayê. Herwiha pisporê penaberan Alî Zafer Sagiroglu jî dibêje ku, ji ber şerê niha li Iraq û Sûriyê berdewam dike, nêzîkî 50 hezar penaberên Sûriyeyî û 10 hezar penaberên Iraqî di sala 2016an de di ser Tirkiyê re derbasî Ewropayê bûne. 3 hezar penaberan jê canê xwe ji dest daye.

Sagiroglu got: "Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe niha penaberan bikartînin. Ewropayê got ku em ê di derya Spî de pêşî lê bigrin, lê belê mirin zêdetir dibin. Tirkiye jî heman tiştî dibêje. Pêwîst e mijara penaberan careke din bê nirxandin û li gorî mafê jiyana pernaberan sazûmanî pêk bê.

Pispor û rêveberên komeleyên penaberan amaje pê dikin ku ji ber xemsariya Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê wê di sala 2017an de hejmara mirina penaberan zêde bibe. Lewma pêwîst e rêxistinên nevdewletî yên penabaran di destpêka sala 2017an de xebatên xwe zêdetir bikin ku pêşiya mirinan bê girtin.