Qonaxa duyem ya operasyona Mûsilê dest pê kir

Jêderekî ji ewlehiya Iraqê ji K24ê re ragihand, qonaxa duyem ya operasyona Mûsilê dest pê kir, piştî ku 2 hefteyan rawestiya bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji ewlehiya Iraqê ji K24ê re ragihand, qonaxa duyem ya operasyona Mûsilê dest pê kir, piştî ku 2 hefteyan ew operasyon rawestiya bû.

Armanca hêzên Iraqî di qonaxa duyem ya operasyona rizgarkirina Mûsilê de ew e, aliyê çepê yê Mûsilê bi tevahî kontrol bike, ku di qonaxa yekem de zêdetirî 40 taxên bajêr ji 65 taxên aliyê çepê kontrol kiribûn.

Wî jêderî Iraqî amaje kir, qonaxa duyem ya operasyona Mûsilê, bo rizgarkirina tevahiya taxên din yên aliyê çepê ya Mûsilê dest pê kir.

Fermandarê Dezgeha Dijeterora Iraqê Ebdilxenî Esedî ragihand, îro demjimêr êrşên wan dest pê kir û hêzên wan berve taxa Qudis diçin.

Operasyona rizgarkirina Mûsilê roja 17 Cotmehê bi beşdariya 100 hezar leşker, polîs, Heşda Şeibî û Paswanên Neynewa ligel hêza Pêşmerge dest pê kir.

Operasyon bi piştevaniya êrîşên asmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka birêve diçe, heta niha çendîn bajarok û gundên derdora Mûsilê û zêdetir ji 490 taxên wî bajarê hatine rizgarkirin û Mûsil ji 4 aliyan ve dorpêçkirî ye.