Tirkiye û Iraq pêwendiyan asayî dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bi pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re, piştevaniya welatê xwe bo Iraqê di şerê li dijî DAIŞê û serwerî û yekperçeya xaka Iraqê radigihîne.
Ajansa “AA” bi piştbestin bi jêderekî ji serokatiya Tirkiyê ragihand, Erdogan pêwendiyeke telefon bi Ebadî re kir û herdu aliyan behsa serdana Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ji Iraqê re kir, ku biryar e di meha Çileya sala 2017an de serdana Bexdayê bike.
Herwiha Erdogan, pêşketinên hêzên Iraqê di operasyona kontrolkirina Mûsilê jî bilind nirxand.
Lê nivîsgeha Ebadî derbarê pêwendiya telefonî ya di navbera Erdogan û Ebadî de ti amaje bi serdana Serokwezîrê Tirkiyê bo Bexdayê nekir.
Li gor nûçeya “AA” herdu aliyan tekezî li ser bihêzkirina danûstandinan di navbera Enqere û Bexdayê de kirin û ji pêşhatinên dawiyê yên li navçê razemendiyên xwe nîşan dan.
Di daxuyaniya nivîsgeha Ebadî de ti amajeyek bi bihêzkirina danûstandinan di navbera Enqere û Bexdayê de nekir, ji bilî piştgîriya Enqerê bo Iraq û serweriya xaka Iraqê.
Herwiha Ebadî tekezî li ser girîngiya parastina serweriya Iraqê û nehêştina nakokiyan kir û got, destûra Iraqê rê nade ti aliyekî xaka Iraqê bo karên xirab li dijî welatên cîranan bikar bînin.