Nivîskarên rojnameya Ozgur Gundemê serbest hatin berdan

Li Tirkiyê piştî hewla Kudetayê di çarçoveya rewşa awarte de Rojnameya Ozgur Gundemê hatibû girtin û nivîskar û rêvebirên rojnameyê jî hatibûn desteserkirin. Piştî 5 mehan nivîskarên rojnameyê li Stenbolê derketin pêşberî dadgehê. Ji cîhanê û ji Tirkiyê gelek nivîskar, rewşenbîr û nûnerên rêkxistinên sivîl yên civakî jî doza nivîskar û rojnamegeran bi baldariyeke mezin şopandin.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Nivîskarên rojnameyê Asli Erdogan, Necmiye Alpay û rêvebirê weşana giştî Zana Bîlîr Kaya û Gerînendeyê karên nivîsaran Înan Kizilkaya jî di navde bi giştî 9 karmendên rojnameyê ku ev nêzî 5 meh in di zindandê de ne bi tohmetbariya "endamtiya PKKê û weşanên xirakirina yekitîya dewletê" hatin darizandin.

Piştî darizandinê ku nêzî 5 demjimêran berdewamkir, ji bilî Înan Kizilkaya hemû gumanbarên rojnameyê serbest hatin berdan.

Parêzerê Asli Erdoganê, Erdal Dogan ji K24ê re axivî û got: “Mûwekkila min ji 19 Tebaxê ve ye di zindanê de bû. Desteserkirina wê bi tu awayî ne rewa bû. Îro dadgehê biryara serbest berdanê da, em bi vê yekê gelekî dilşad in.”

Dayika Asli Erdogan Mîne Aydoslu jî ji K24ê re got: “Ji ber ku keça min serbest hat berdan ez gelekî pê dilşad im. Ev bo min wek diyariya sersalê bû.”

Nivîskara navdar Asli Erdogan piştî ku serbest hat berdan di daxwuyaniya çapemeniyê de hestên xwe anî ziman: “Çar heyv û nîvan ez di zindanê de fikirîm, 'ka gelo çima ez hatime girtin' lê bi rastî jî ez bi sedema wê tênegihiştim. Min di mijara Kurdan de xwe wekî pênûsa herî nazik didît. Ji ber sedema sê-çar nivîs, sê-çar hevokan darizandineke bi vî awayî tiştekî gelekî xerabe. Bi rastî jî min ev yek heq nedikir.”

Nivîskara navdar di daxuyaniyê de amajekir ku: li ser heps û zindanan gelek nivîsên wê hene lê ev yekem care ku tiştekî wiha bi serê wê tê. Erdogan got: ev tecrûbeyeke gelekî cûda bû û serboriyeke rasteqîn ji nivîsandina tesewirkirî gelekî cûdatir e. Herwiha di dawiya axaftina xwe de jî got; ew ji dahatûyê ne bi hêvî ye.