Taxeke din ya Mûsil hate kontrolkirin

Di çarçoveya birêveçûna qonaxa duyem ya operasyona rizgarkirina Mûsilê de, hêzên Iraqî taxa Qudisa Duyem ya bajarê Mûsilê kontrol kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya birêveçûna qonaxa duyem ya operasyona rizgarkirina Mûsilê de, hêzên Iraqî taxa Qudisa Duyem ya bajarê Mûsilê kontrol kir.

Şaneya ragihandina şer li ser zarê Fermandarê Operasyona Rizgarkirina Mûsilê Ferîq Rukin Ebdilemîr Reşîd ragihand, hêzên Dijeterora Iraqê taxa Qudisa Duyem ya li aliyê çepê ya Mûsilê ji destê DAIŞê rizgar kir û ala Iraqî li ser avahiyên mezin bilind kirin.

Fermandarê Operasyona Rizgarkirina Mûsilê ragihand jî, çekdarên DAIŞê li taxa Qudisê ziyaneke mezin dîtine.

Qonaxa yekem ya operasyona rizgarkirina Mûsilê roja 17 Cotmehê bi beşdariya 100 hezar leşker ji artêşa Iraqê û Pêşmerge bi piştgîriya Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir û zêdetir ji 40 taxên Mûsilê hatin kontrolkirin.

Qonaxa duyem jî roja 29 Beçile dest pê kir.