Karayilan: Têkiliya TAK’ê bi êrîşa Stenbolê re tune ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan, êrîşa duh şev ku li Beşîktaş a Stenbolê pêk hat şermezar kir. Karayilan eşkere kir ku ti têkiliya hêzên Kurd û Kurdistanî bi êrîşa ku bûye re nîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan, êrîşa duh şev ku li Beşîktaş a Stenbolê pêk hat şermezar kir. Karayilan eşkere kir ku ti têkiliya hêzên Kurd û Kurdistanî bi êrîşa ku bûye re nîne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK ê Murat Karayilan ê ku ji Dengê Radyoya Kurdistanê re axivî, derbarê êrîşa li Stenbolê bûye de ragihand: “"Çi têkiliya me û yên Kurd û Kurdistanî bi vê bûyera ku li cihê şahiyê qewimî re nîne.”

Herwiha Karayilan dûr dît ku rêxistina Teyrebazên Azadiya Kurdistanê (TAK) ev êrîşê encam dabe û got: “Ez bawer nakim ku têkiliya TAK’ê jî pê re hebe.”

Şeva borî Demjimêr 01.15ê Li bajarê Stenbolê, çekdarekî li hola şahiyan a Reinayê êrîşek pêk anî. Di encamê de 39 kesan canê xwe jidest dan û 65 kesên din jî birîndar bûn

Herwiha di bûyerê de hejmarek ji welatiyên Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê di hola şahiyan a Reinayê ya li bajarê Stenbolê de bûn, yek ji wan canê xwe jidest daye û 2 welatiyên din jî birîndar bûn.