Fermanderekî Îranî li Sûriyê hate kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermanderekî pileblind ê artêşa Pasdarên Îranê li Sûriyê hate kuştin.
Ajansa “Fars” a Îranê îro belav kir ku, Emîdekî artêşa Pasdarên Îranê yê bi navê Xulam Elî Qelîzade di çarçoveya beşdarîkirina wî di erkê şêwirmendiya leşkerî bo jinavbirina terorê û bergîriya di ber mezargeha “Seyide Zêneb” de li Sûriyê hate kuştin.
Ajansê belav kiriye jî, ku Qelîzade yeke ji serkirdeyên herî bilind yê Îranê li Sûriyê ye û ji destpêka krîza Sûriyê ve li wî welatî ye.
Lê wê ajansê diyar nekiriye kengî û li kîjan deverê ew fermandarê leşkerî hatiye kuştin.
Ji destpêka krîza Sûriyê ve, artêşa Pasdarên Îranê û çend mîlîşyatên ser bi wê ve bi rêjîma Sûriyê li dijî opozîsyonê şer dikin, gelek ji serkirdeyên wê jî li Sûriyê hatine kuştin.