Mesrûr Barzanî: Hevahengî di navbera Herêma Kurdistanê û Fransa de berdewam dibe

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê serdana Serokê Fransayê bo Herêma Kurdistanê û serdana eniyên şer yên Pêşmerge de ji K24ê re ragihand û got: “Serdana Serokê Fransa François Holan nîşana pêzanîna civaka navdewletî û bi taybetî ya Serokê Fransayê ji qurbaniyên gelê Kurd û bi taybetî ya Pêşmergeyên Kurdistanê ye, ku di têkşikandina teroristan de pêşeng e.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser çiyayê Zertik ku bi Serokê Herêma Kurdistanê re û ligel Serokê Fransayê serdana eniyên şer yên Pêşmerge kirin.

Barzanî ji peyamnêrê K24ê re got: “Fransa bixwe bûye armanca teroristan û ziyaneke mezin ji karê teroristî dîtiye. Îro Serokê Fransa hatiye eniyên şer bo spasiya Pêşmerge bike û hem jî piştevaniya Pêşmerge û gelê Kurdistanê bike.”

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê berdewamiya hevkarî û piştevaniya Fransa ji şerê li dijî terorê di qonaxa piştî DAIŞê re, ragihand: “Em bawer nakin şerê terorê di demeke nêzîk de bidawî bibe, heta ku di warê leşkerî û siyasî de têk bişkînin, metirsiya terorê bi awayekî din berdewam dibe, ji ber wê hevkarî û hevahengî di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de di vî warî de berdewam dibe.”