Rêveberiya Xweser dibistanên rêjîma Sûriyê digire

Di demekê de ku werzê yekem ji sala xwendinê ber bi dawî ve diçe, Desteya Perwerde û Fêrkirinê li herêma Cizîrê hijmarek ji dibistanên seretayî yên taybet li bajarê Qamişlo bi sedema ku rêbazên xwendinê rêjîma Sûriyê didin xwendin girtin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di demekê de ku werzê yekem ji sala xwendinê ber bi dawî ve diçe, Desteya Perwerde û Fêrkirinê li herêma Cizîrê hijmarek ji dibistanên seretayî yên taybet li bajarê Qamişlo bi sedema ku rêbazên xwendinê rêjîma Sûriyê didin xwendin girtin.

Malbatên şagirtan nerazîbûna xwe diyar derbarê vê biryarê de dikin û pirs dikin gelo çarenivîsa zarokên wan dê çi be? 

Ji aliyê xwe ve, desteya navbûrî tekez dike ku zagona girtina van dibistanan hinekî dereng ma, ta ku ji Encûmena Zagonsaz hate erê kirin. Lê belgeyên agahdariyê ji wan dibistanan re hatiye şandin û niha di riya Dadgeha Gel de bi şêweyekî fermî dê bêne girtin.

Ta niha 8 dibistanên taybet hatine girtin, lê ji aliyekî din ve hin dibistanên ku rêbazên rêjîmê didin xwendin berdewam in, wek dibistanên di çargoşeya ewlehî de û yên girêdayî bi pêkhatiya Xiristiyanî û yên li taxên Ereban.

Berpirsên Desteya Perwerdeyê dibêjin ku, sedemên negirtina wan dibistanan siyasî ne, lê beramberî vê yekê dibêjin ku wan karîbûn ji destpêkê bi 500 dibistanên seretayî destpê bikin û niha hezar û 500 dibistan dibin destê wan dene.