Bendên Lihevhatinê ya civîna Astanayê hatin aşkerekirin

Rûsya, Tirkiye û Îran ji bo krîza li Sûriyê çareyek bê dîtin, piştî Moskovayê dê di rojên pêş de li Astanaya Kazakîstanê li hev bicivin. Di hevdîtinê de mijarên sereke dê rewşa opozîsyon, dahatiya Esed û Rojavayê Kurdistanê bin. Herwiha hersê welat balê dikêşînin ser girîngiya yekpariya axa Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya “HaberTurk” ragihand ku bendên lihevhatinê ji bo Civîna Astana ketiye destê wan de. Lihevhatin ji 5 bendan pêk tê.

Li gor wê:

  1. Heta 16ê Çile 2017an alî, bi armanca ku krîza li Sûriye bi rêyek aştiyane çareser bibe û pêvajoya siyasî dest pê bike, dê nûnerên xwe destnîşan bikin.
  2. Alî, di 23ê Çile de bi beşdariya Neteweyên Yekgirtî, li paytexta Kazakistanê Astana dê bicivin.
  3. Alî, piştî xebateke hevkar, ji bo çareseriya krîza Sûriyê dê nexşerêyekê amade bikin.
  4. Alî, dê di bin mîsogeriya Rûsya û Tirkiyê de kar bikin.
  5. Lihevhatin, piştî ku ji alî nûnerên dewleta Sûriye û opozisyonê hatiye îmzekirin, dê bikeve warê cibicîkirinê de.