Li Diyarbekirê 6 jinên Kurd bibîr hatin

Li Diyarbekirê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ji bo Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên li Parîsê hatibûn kuştin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên ku li Silopiyê hatibûn kuştin, bi merasîmekê bi bîr anî. Di bernameyê de jiyana her 6 jinên Kurd, bi sînevîzyonekê hat nîşandan. Her wiha hat amajekirin ku mirina Omer Guney ê kujerê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi guman e û divê kesên pişt bûyerê demildest werin zelalkirin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê, ji bo Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên li Parîsê hatibûn kuştin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên ku li Silopiyê hatibûn kuştin, bi merasîmekê bi bîr anî. Di bernameyê de jiyana her 6 jinên Kurd, bi sînevîzyonekê hat nîşandan. Her wiha hat amajekirin ku mirina Omer Guney ê kujerê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi guman e û divê kesên pişt bûyerê demildest werin zelalkirin.

Li Diyarbekirê, 3 jinên Kurd ên ku di 9’ê Rêbendana 2013’yan de li paytexta Fransayê ya Parîsê hatibûn kuştin, îro bi merasîmekê hatin bibîranîn. Digel hersê jinên li Parîsê hatibûn kuştin, 3 jinên ku di 5’ê Çileya 2016’an de li Silopiyê hatibûn kuştin jî hatin bibîranîn.

Merasîm li avahiya DBP’ê ya Kayapinarê hat kirin. Di merasîmê de gelek jin û dayîkên temendar jî amade bûn.

Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên Kurdistanê dest pê kir û bi sînevîzyonekê kurtasiya jiyan û xebatên 6 jinan hat nîşandan. Ji bo jinên hatine kuştin, daxuyaniyeke nivîskî jî hat xwendin. Kuştina jinên siyasetmedar, ji aliyê rêveberên jin ên DBP’ê ve hat şermezarkirin.