AKPê Komîsyona Darbeyê li gor berjewendiyên xwe bikar aniye

Komîsyona Darbeyê xebatên xwe bi dawî anîn lê nîqaşên li ser vê komîsyonê berdewam dikin. CHP û HDPê diyar kirin ku komîsyon ji aliyê AK Partiyê ve wek amûrekê hatiye bikaranîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Komîsyona Darbeyê xebatên xwe bi dawî anîn lê nîqaşên li ser vê komîsyonê berdewam dikin. CHP û HDPê diyar kirin ku komîsyon ji aliyê AK Partiyê ve wek amûrekê hatiye bikaranîn.

Piştî Hewla Darbeya Leşkerî ya 15ê Tîrmehê komîsyona ku ava bûbû xebatên xwe bi dawî anîn. Serokê Komîsyonê Reşat Petek ragihand ku, wan heta niha 22 civîn pêk anîne, ji 61 kesan bi awayekî nivîskî bersiv wergirtine û li 141 kesan jî guhdarî kirine. Xebatên wan ne li ser piya hatine kirin, hurguliyên hewla darbeyê bi baldarî hatine şopandin. Petek diyar kir ku, raporta komîsyonê hîna tê nivîsandin, ew hêvîdar in ku raporteke ku wê bi dilê her çar partiyên li parlamentoyê be bê amadekirin.

Berevajî daxuyaniyên Petek, hem CHP û hem jî HDP bi tundî helwesta Petek û ya komîsyonê rexne kirin. Li gorî HDP û CHPê, AK Partiyê Komîsyona Darbeyê li gor berjewendiyên xwe bikar aniye û gelek mijarên di serdema hewla darbeye de ku diviyabû bêne zelalkirin ji ber astengiyên AK Partiyê nehatine zelalkirin. Loma komîsyon veguherî cihê lêkolînê yê bûyerê.

Endamê CHPê yê Komîsyona Darbeyê Sezgîn Tanrıkulu ji got: “Serokê komîsyonê bi însiyatîfa xwe nîvîsek ji me re şand û tê de gotiye xebatên komîsyonê bi dawî hatin û bi tena serê xwe bîr û boçûnên xwe bi raya giştî re parve kir. Ji xwe ne komîsyona jê pirsînê bû û ne wek komîsyona lêkolînê jî xebitî, adetî vegûherî komîsyona lêgerînê ya cihê bûyerê. Vê komîsyona darbeye peywira xwe bi cih neanî. Li beramberî astengiya AK Partiye ma. Milê parlamentoyê, yanî div ê hewlê de têkîliya parlamenteran û ya wezîran ku dihate îdiakirin eşkere nebû.”

Li gorî Parlamenterê HDPê Mîthat Sancar jî AK Partiyê ev komîsyon wek amûrekê bikaraniye û tû nêta wê ya ku bi bandor komîsyonê bide xebitandin an jî karîger bike nîn bû. Sancar ragihand ku komîsyonê ew daxwaza muxalefetê ya ku di xwest li hindek navan bê guhdarîkirin hatiye astengkirin. Bang li wan kesên ku wê karibûna hewla darbeyê ronî bikin nehatiye kirin.

Sancar dibêje: “Xebat û faaliyeta lêkolînî ya komîsyonê ku wê ji dil û can bikira hate astengkirin. Reşat Petekê ku wek Serokê Komîsyonê hate hilbijartin jî sertaser cihê gumanê bû. Di serdemên raborî de ji têkîliya wî ya bi cemaetan re û ji serokatiya wî ya komîsyonê, wê nêtê xwe dabû dest jixwe hê ji destpêkê de. Desthilatê hewla darbeyê wek fersendekê bikaranî û darbeya dijber pêk anî.”

Li gorî mucalefetê 5 pirs hene ku hîn nehatine eşkerekirin. 1- Şeva 15ê Tîrmehê çi bû? 2- Di nava Misteşarê MÎTê û Serfermandarê Artêşê çi hate axivîn? 3- Gelo şeva darbeyê bazarek birêve çû? 4- Gelo Serfermandar pêşî di nava darbeyê de bû bi şûnde rex guherand? 5- Îstixbarata 15ê Tîrmehê kengî hate bidestxistin? Niha parlamento û Tirkiye li bendeyî bersiva van pirsan e.