Barzanî û Yildirim serdana hêza Pêşmerge li çeperên şer dikin

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana hêza Pêşmerge li eniyên şer li çiyayê Zertik kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana hêza Pêşmerge li eniyên şer li çiyayê Zertik kirin.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim îro danê sibê gihêşte Hewlêrê û piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, konferanseke rojnamegerî lidar xistin û naveroka civîna xwe bo raya giştî aşkere kirin.

Yildirim û Barzanî serdana eniyên şer yên Pêşmerge li çiyayê Zertik ya li rojavayê Mûsilê kirin û ligel fermandarên meydanî yên hêza Pêşmege civiyan û temaşeya nexşeya şer kirin.  

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim duh bi serokatiya şandekê gihêşte Bexdayê, îro jî danê sibê gihêşte Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê. Herwiha bi awayekî cuda ligel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Herêma Kurdistabê Mesûd Barzanî civiya.

Roja 2 Çile Serokê Fransa François Holand û şanda pê re ku Wezîrê Bergîriyê yê Fransayê Jean Yves Lordian jî di wê  şandê de ye, serdana vî cihê kirin û ligel fermandarên hêza Pêşmerge li eniyên şer civiyan.