Mehdî Eker:Di navbera KCK û PKKê de nakokiyek heye

Berî niha bi demeke kin Murat Karayilan di daxuyaniyeke xwe de ragihandibû ku wê PKKê ji Şingalê vekişe. Lê li gorî daxuyaniya ku ji aliyê KCKê ve hate ragihandin wê PKK ji Şingalê venekişe. Wezîrê berê Mehdî Eker li ser vê daxuyaniya KCKê daxuyaniyên taybet dan K24ê.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Berî niha bi demeke kin Murat Karayilan di daxuyaniyeke xwe de ragihandibû ku wê PKKê ji Şingalê vekişe. Lê li gorî daxuyaniya ku ji aliyê KCKê ve hate ragihandin wê PKK ji Şingalê venekişe. Wezîrê berê Mehdî Eker li ser vê daxuyaniya KCKê daxuyaniyên taybet dan K24ê.

Hefteya borî endamê KCKê Murat Karayilan di weşana zindî ya televizyonekê de ragihandibû ku, piştî hevdîtinan wê hêzên PKKê ji Şengalê vekişin. Lê li gorî daxuyaniya dawîn ya ku ji aliyê KCKê ve bi awayekî nivîskî hate ragihandin û îmzeya Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di bine vê daxuyaniyê de ye wê PKK ji Şingalê venekişe. Heta li gorî vê daxuyaniyê heta niha ji aliyê PKKê ve daxuyaniyke di derbarê vekişîna Şingalê de nehatiye ragihandin.

Piştî vê daxauyaniyê li Tirkiyê ev helwesta KCKê ji aliyê Mehdî Eker ve wek nakokiyekê hate nirxandin. Bi taybetî jî piştî serdana Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ya bo Kurdistanê. Berpirsiyarê Karê Derve yê AK Partiyê Mehdî Eker di vê babetê de ji K24ê re axivî û diyar kir ku, daxuyaniya KCKê nîşaneya nakokiyekê ye, loma wê di helwesta Tirkiyê de tiştek neguhere.

Eker ji K24ê re wiha axivî: "Bingeha polîtîkayên me li ser esasên ewlehî û aramiya herêmê pêk tên. Vekişîna PKKê ya ji Şingalê giring e. Di hevdîtinên li Hewlêrê de jî ev yek hate axivîn. Lê li gorî daxuyaniyên dawîn diyar e di nava KCK û PKKê de nakokiyek hene. Komên din ên di nava PKKê de jî diyar e ji hinek cihên din fermana werdigirin. Li gorî daxwazên efendiyên xwe daxuyaniyên cuda cuda dikin. Ev yek wê tû bandorê li ser helwesta Tirkiyê neke. Tirkiye hem di warê dîplomatîk hem jî ewlehiyê de bergiriyên xwe hiltîne û dê vê yekê jî berdewam bike."

Li gorî parlamentere AK Partiyê aktorên kureyî van daxuyaniyan bi PKKê dide kirin. Amrîka jî di vê piştevaniya rêxistinên terorê neke û ew hêvî dikin ku di serdema Trump de ev xeta neyên kirin.

Parlamenterê AK Partiyê Ahmet Berat Çonkar ji K24ê re got: "Di wê baweriyê de ne ku ev rêxistin rêxistineke taşerone. Kendî Tirkiye ji bo xwe welatên li herêmê gavekê biavêje, aktorên kureyî vê rêxistinê didin pêş û rolê wan bi bîra wan dixin û gotinên fitneyî, şer û pevçûnî, xwîn rijandin û hewlên terorî bi wan didin gotin."

Berî niha bi demeke kin Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî reaksiyon nîşandabû û gotibû ger PKKê ji Şingalê venekişe ew ê zorê lê bikin. Piştî vê reaksiyonê li ser daxuyaniya Karayilan ya derbarê vekişîna ji Şingalê de Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefin Dizayi jî gotibû PKK ji Şingalê vedikişe.