CHP û HDP li dijî guherandina destûrê ne

Pêşniyaza AK Partiyê ya derbarê guherandina Destûrê de ku di heman demê de pergala serokatiyê jî dihewîne, li parlamentoya Tirkiyê ligel ku hevdtên li serê dest pê kir jî nîqaşên mezin rû didin. AK Partî li CHP û HDPê, CHP û HDP jî li AK Partî û MHPê rexneyên giran digirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Pêşniyaza AK Partiyê ya derbarê guherandina Destûrê de ku di heman demê de pergala serokatiyê jî dihewîne, li parlamentoya Tirkiyê ligel ku hevdtên li serê dest pê kir jî nîqaşên mezin rû didin. AK Partî li CHP û HDPê, CHP û HDP jî li AK Partî û MHPê rexneyên giran digirin.

Hevdîtinên li ser guherandina Destûra Nû ku ji 18 xalan pêk tê, li Parlamentoya Tirkiyê dest pê kir. Guherîna destûrê di heman demê tê wateya diyarkirina çarenûsa Tirkiyê ya paşerojê jî. AK Partî dixwaze ku heta 24ê Çile nîqaş û dengdana li ser pêşniyaza destûrê bidawî bîne. CHP û HDP jî li dij vê yekê derdikevin û dibêjin wê hem ji nava AK Partiyê û hem jî ji nava MHP gelek fire derkevin.

Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Mustafa Elîtaş diyar kir ku di nava AK Partiyê de wê tu kes ji ser sozê xwe ve negere. Elîtaş got: "Ez texmîn dikim ku nêzîkî 20 parlamenterên CHPê wê di dengdana guherîna destûrê de bibêjin erê. Gelo CHP wê cesaret bike ku parlamenterên xwe bişîne kabîna ku wê lê dengdayîn bê kirin. Em ê vê yekê bibînin. Me 316 parlamenteran îmzeya xwe avêt. Îmzeya me sened e, sozê me jî namûsa me ye."

CHPê jî ragihand ji bo ev destûr neyê pejirandin ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel got; AK Partî jî pê dizane, ev pêşniyaz gelek xeletiyan dihewîne, loma hêviya me ew e ku, nîqaşên li ser vê pêşniyazê neçin serî û AK Partî vê pêşniyazê bi şûnde vekişîne.

Ozel wiha axivî: "Di vê serdema ku Tirkiye rojên ne xweş de derbas dibe û pêdiviya herkesî bi aramiyê heye, bi navbeykariya Destûra Nû û Pergala Serokatiyê tê xwestin ku gel bi hev bikeve. Giraniya Parlamenterên MHPê jî berwajî Dewlet Bahçelî, tê îdiakirin di nava plansaziyekê de ku wê ji destûra nû re bibêjin na."

Cîgirê Serokê Koma MHPê Erkan Akçay jî CHP sucdar kir û got; CHP dixwaze ku di nava civakê de rageşiyek rû bide. Ew îdiayên derbarê guherîna rejimê de ne rast in. CHP dive ji wê şaş agahdarkirina civakê û bilindkirina rageşiya siyasî û civakî vegere.

Akçay got: "CHPê xwe daxilî wê prosesa Destûrê nekir, niha jî rexneyan dike û dibêje; "Wê rejim biguhere, dîktatorîwere." Li gel ku heq nake, CHP berê civakê ber bi rageşiyekê ve dibe. Bi baweriya min wê giraniya parlamenterên MHPê bo pêşniyaza Destûrê bibêjin erê."

Cîgira Seroka Koma HDPê Fîlîz Kerestecîoglu jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku, ev guherîna destûrê ya ku li parlamentoyê hevdîtinên wê tên kirin, ne hevdîtinên guherandina destûra bingehîn e, hevdîtinên peymaneke veşartî ne û ew ê jê re bibêjin na.