Li Enqerê çalakî hatin qedexekirin

Li Enqerê paytextê Tirkiyê, darxistina hemû cure çalakî û daxuyanî heta mehekê hatin qedexekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Enqerê paytextê Tirkiyê, darxistina hemû cure çalakî û daxuyanî heta mehekê hatin qedexekirin.

Parêzgariya Enqerê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn, agahî hatiye girtin ku rêxistinên terorê di lêgerîna çalakiyan de ne û bi taybet ewê êriş bikin li deverên ku xwepêşandan tê kirin.

Parêzgariya Enqerê da xuyakirin, bo parastina can û malê welatiyan û astengkirina êrişên terorê, bo maweya mehekê, lidarxistina hemû cure çalakiyên sivîl, xwepêşandan û daxuyaniyên çapemenî hatine qedexekirin.