TAK'ê êrîşa Îzmîrê li xwe girt

TAK'ê, bi rêya malpera xwe ragihand, êrîşa 5'ê Çileyê ya li Îzmîrê li dijî hêzên Tirk hatiye kirin, ji aliyê tîma wan a 'Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çekdar' ve hatiye kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

TAK'ê, bi rêya malpera xwe ragihand, êrîşa 5'ê Çileyê ya li Îzmîrê li dijî hêzên Tirk hatiye kirin, ji aliyê tîma wan a 'Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çekdar' ve hatiye kirin.

Di daxuyaniya Teyrê Bazên Azadiya Kurdistanê (TAK) de hat gotin, "Çalakiya bi lehengî ya li ber Edliyeya Îzmîrê, ku di 5'ê Çileya 2017'an de hat lidarxistin, em weke Teyrê Bazên Azadiya Kurdistanê (TAK) li xwe digirin. Çalakî ji aliyê tîma me ya Tolhildanê ya Şehîd Çekdar ve hatiye kirin."

TAKê diyar kir ku di encama pevçûnên piştî teqînê de 2 endamên wan cane xwe ji dest dane.

Roja 5 Çileyê li bajarê Îzmîrê ya Tirkiyê teqînek li nêzîkî dadgeha Izmîrê rû da. Polîsek û karmendekî dadgehê canê xwe ji dest dane û 10 kesên din jî birîndar bûn. Piştî teqînê sê çekdaran êrîşî dadgehê kirin û xwastin bikevin nava dadgehê, lê ji aliyê polîsan 2 êrîşker ji wan çekdaran hatin kuştin û yê din heya niha nehatiye girtin.