Rêya 250 gundên Dêrsimê hatine girtin

Berfa zêde li Bakurê Kurdistanê rêya 250 gundên Dêrsimê ji hatûçûnê re girt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berfa zêde li Bakurê Kurdistanê rêya 250 gundên Dêrsimê ji hatûçûnê re girt.

Ev du roj in li devera Dêrsimê berf bênavber dibare. Rêya 250 gundên navend û navçeyan hatin girtin. Li navenda bajêr bilindahiya berfê gihîşt nîv metreyê, li navenda navçeya Pilûrê jî gihîşt 2 metreyan.

Îdareya Taybet ya Bajêr hewl dide ku, rêya gundan vekin. Her wiha rêya Dêrsim û Ercîncanê jî ji ber berf û qeşayê ji hatûçûnê re hatiye girtin.

Hat ragehandin, ji ber qeşa û berfê rûdanên hatûçûnê li herêmê rû didin.