Canîklî: Bi vê pergalê em ê Erdogan bixin bin garantiyê

Cîgirê Serokwezîr Nûrettîn Canîklî li ser rexneyên Destûrê, Berdevkê Hikûmetê Nûman Kurtulmuş jî li ser mijara hêzên kûreyî ku dixwazin Rojhita Navîn dizayn bikin û Tirkiyê jî tevî wan kêşeyan bikin rawestiya.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Cîgirê Serokwezîr Nûrettîn Canîklî li ser rexneyên Destûrê, Berdevkê Hikûmetê Nûman Kurtulmuş jî li ser mijara hêzên kûreyî ku dixwazin Rojhita Navîn dizayn bikin û Tirkiyê jî tevî wan kêşeyan bikin rawestiya.

Mijara pêşniyaza yasayî ya di warê guherandina Destûra Komara Tirkiyê de di Konferansa 9emîn ya Balyozan de ku li hotela Marîottê ya Enqerê bi rêve diçe bû cihê nîqaşê. Li dijî rexneyên derbarê Pêşniyaza Guherandinê ya di Destûrê de Cîgirê Serokwezîr Nûrettîn Canîklî axivî û rexneyên giran li CHPê kirin. Canîklî di daxuyaniya xwe de helwesta CHP ya derbarê destûrê de wek durî rastiyê nirxand û got; CHP wek wan der û dorên ku dixwazin li Tirkiyê bêaramî rû bide û bi awayekî vekirî piştevaniya hewla darbeya 15ê Tîrmehê kirine û di qada navneteweyî de li dijî pergala serokkomariyê derdikevin tevdigere. Wê kes nikaribe pişta Tirkiyê li erdê bixe. Wê ew der û dor mecbûr bimînin ku destê Tirkiyê maç bikin.

Canîklî got: "Di van 14 salên dawîn de ger li Tirkiyê rêvberiyeke xurt nînbûna, wê tû cudatiya me ji wan pelên payîzê nînbûna. Wekî wan demên raborî. Ger em neketibin wê rewşê divê em pê zanibin ku feqtora herî mezin ya vê yekê rêveberiya xurt e. Lê her car temînata vê yekê nîn e. Piştî vê heyamê serokekî xurt yanî ew temînata ku civak Recep Tayyîp Erdoganekî din ava bike nîn e. Naxwe em ê jî vê yekê bi riya vê pergalê bixin bin temînatekê."

Berdevkê Hikûmetê û Cîgirê Serokwezîr Nûman Kurtulmuş jî li ser êrîşên li dijî Tirkiyê rawestiya û diyar kir ku Tirkiye ji bo serdemeke nû di Rojhilata Navîn de hindek gavan diavêje, gava Halebê û mayîndebûna agirbestê yek ji wan gavan e. Kurtulmuş got; piştî vê gavê Tirkiye hewlê dide ku li tevahiya herêmê aştiya ku gel jî pêdiviyê pê dibîne bi perspektîfeke nû rê li ber çareseriyan veke. Ew ê li pişta wan perspektîfên hêzên kûreyî ku li gelê Sûriyê hatine ferzkirin nesekinin, berevajî vê yekê ew ê serî li hemû rêxistinên terorê bitewînin ku mil didin wan.

Kurtulmuş wiha axivî: "Em ê bihêlin ku bi heddê xwe zanibin ew hêzên kûreyî ku dixwazin eyarekê bidin Rojhilata Navîn. Li aliyekî bi destê rêxistina terorê Fettullah Gulen, li alişyekî DAIŞ û li aliyekî jî PKKê hewl didin ku qeydê li lingê Tirkiyê girêdin. Di şûna ku Tirkiye li Sûriyê wek rexê çareseriya kêşeyan bê dîtin, dixwazin ku Tirkiye bibe parçeyê pirsgirêkên li herêmê. Berevajî vê yekê ji bo perspektîfeke aştiyane em ê hemû hêza xwe seferber bikin."

Di konferansê Mevlut Çavuşoglu, Nurettîn Canîklî û Numan Kurtulmuş li ser wan êrîşên aborî yên di qada navneteweyî de jî rawestiyan û nirxandinên Moodysê yên bo veberhênana Tirkiyê ji rasyonaliyê dur destnîşankirin.