Platforma Sivîl nêrînên cuda ji rêjîm û opozîsyonê pêşkêş dike

Li Hewlêra Paytext, Konferansa Şaxa Herêma Kurdisatnê ya Platforma Sivîl ya Sûrî birêve diçe. Hevserokê Şaxa Hewlêrê jî ragihand, ew hewl didin nexşerêyekê bo çareserkirina krîza Sûriyê danin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Hewlêra Paytext, Konferansa Şaxa Herêma Kurdisatnê ya Platforma Sivîl ya Sûrî birêve diçe. Hevserokê Şaxa Hewlêrê jî ragihand, ew hewl didin nexşerêyekê bo çareserkirina krîza Sûriyê danin.

Hevserokê Şaxa Herêma Kurdistanê ya Platforma Sivîl ya Sûrî Zekeriya Huserî ji K24ê re ragihand, bi beşdarbûna bêhtir ji 40 nûnerên rêxistinên civaka sivîl duyemîn konferansa wan îro li Hewlêrê tê lidarxistin, tê de hewl didin nexşerêyekê bo çareserkirina, krîza Sûriyê ya siyasî, dosa agirbestê û rewşa mirovî danin.

Huserî diyar kir, ew berûvajî nêrîna opozîsyon û rêjîma Sûriyê kar bo ragihandina agirbestê bi biryareke navdewletî li Sûriyê rabigihînin.

Huserî amaje bi wê yekê jî kir, ji du sal û nîvan de ew platform hatiye damezrandin û li her parêzgeheke Sûrî şaxa Platformê hene û herwiha şaxên wê li welatên derdora Sûriyê jî hene, ew niha gelek komîte ava dikin. Huserî da zanîn, ew hewl didin hikûmeteke demkî û parlemento, destûr û heta bi serokatiya Sûriyê damezrînin.

Li gor nêrîna Platforma Sûrî ya civaka sivîl, Desteyeke Serokatiyê bo Sûriyê guncaw dibînin, ku ew deste ji 3 kesan pêk were, yek ji rêjîmê, yek ji opozîsyonê û yê sêyemîn jî Kurd be.

Herwiha Husreî amaje bi rewşa mirovî li tevahiya Sûriyê, rewşa girtiyan, guhartina dîmografî û deverên ku agirbest lê cibicî nabe kir, ku gefeke mezin e li ser welatiyên Sûriyê ye.