Soylu: Di 3 mehan de 5826 operasyon çûne serî

Derbarê rêxistina Fetullah Gulen de agahiyên gelekî balkêş hatin ragihandin. Li gorî raporta ku ji aliyê Suleyman Soylu ve hate ragihandin, di 3 mehên dawîn de 5 hezar û 826 operasyon çûne serî.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Derbarê rêxistina Fetullah Gulen de agahiyên gelekî balkêş hatin ragihandin. Li gorî raporta ku ji aliyê Suleyman Soylu ve hate ragihandin, di 3 mehên dawîn de 5 hezar û 826 operasyon çûne serî.

Di Konferansa Balyozan ya 9emîn de Rêxistina Fetullah Gulen, PKK, DAIŞ û DHKP-C mijara gotûbêjê bû. Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî di axafitina xwe de li ser vê mijarê rawstiya û ragihand ku, rêxistina Gulen her aliyê dewletê dorpêç kiriye. Ev têkoşîna ku niha li dijî wê tê dayîn hê destpêk e, ew çiqasî pê de diçin ewqasî jî kûrahiya vê rêxistinê dibinin.

Soylu Balyozên Tirk hişyar kir û got, Ewropa û dinya vê rêxistinê nas nake, ji wan kirî ku ev cemaet ji bo fêydeya mirovan dibistanan vedike. Divê hûn vê nêzîktêdayînê berevajî bikin. Soylu li ser PKKê jî diyar kir ku, ew ê operasyonan bêrawestan berdewam bikin, ew ê hê tundtir bi ser PKKê de biçin û bi ser wan kesên ku piştevaniya PKKê dikin. Ew kes her çi şaredar an jî parlamenter bin qet ferq nake.

Soylu di konferansê de wiha axivî: “Min dixwest ku bibêjim ji sedî sed rêxistina Fetullah Gulen hatiye paqijkirin. Lê mixabin îro ev yek ne mimkûn e, hê em gelekî di despêkê de ne. Ger ew tiştên ku em pê zanin derbarê Gulen de hûn pê zanibin ew xewa 2-3 saetan jî we yê bidîta ku zêde ye li me. Di nava dewletê de di cihekî gelekî kur de ne.”

Serokê Kar û Barên Ayînî Mehmet Gormez hem li ser rêxsitina Gulen û hem jî li ser Îslamofobî û têkîliyên civak, dewlet û olan ên li cîhana kûreyî rawestiya û got; çi dema şer û pevçûn û teror rû dide ew hêzên navdewletî û kesên bazarên kûreyî birêve dibin, olan û mezheban sucdar dikin. Ma di van şer û pevçûn û kuştinan de qet para wan tune ye?

Gormez jî got: “Rêxistina Fetullah Gulen ku bi wê îdiya rizgarkirina dinyayê derketibû holê û li pey îdealên mezin dibeziya, di dîroka dêren de jî derdikeve pêşberî me. Ev rêxistinên ku dixwazin ji aliyê hêzên navdewletî ve bêne parastin ne wekî ku xuya dikin, rûyekî wan yê din cihê heye û li gor wî rûyê xwe yê veşartî tev digerin.”

Di konferansê de ji bo Balyozan raportek hate pêşkêşkirin. Li gorî raportê di 3 mehên dawîn de 5 hezar û 826 operasyon çûne serî û 805 stargehên PKKê hatine tekbirin. Herwiha li gorî daneyên raportê li Tirkiyê 110 hezar komele hene. 325 komele jê hatine girtin. Ji wan komeleyan 158 jê bi Rêxistina Fetullah Gulen, 189 bi PKKê ve 20 jê jî bi DHKP-Cê û 8 jê jî bi DAIŞê ve girêdayîne. Li gorî raportê di sala 2016an de pêşî li 342 bûyerên giring hatiye girtin û niha 24 hezar polîs li tevahiya Tirkiyê kontrolên li ser rêyan dikin bo wan wesayîtên bombebarkirî.