Bahçeli berdana Ehmet Turk xwest

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli, di konferanseke rojnamegerî de daxwaza berdana Hevserokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ehmet Turk kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli, di konferanseke rojnamegerî de daxwaza berdana Hevserokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ehmet Turk kir.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli li ser rewşa Ehmet Turk ragihand û got: "Dema em hatin Meclisê Ehmet Turk bi destê me girt. Heger tenduristiya Ahmet Turk ê 74 salî ne baş e, divê li gor rewşa wî derfet bê dayîn ku serbest were darizandin."

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmet Turk bo pişknîna rewşa wî ya tenduristî duh ji zîndana Sîlîvriyêya Stenbolî bo nexweşxaneyeke hikûmî hatibû veguhastin.

Piştî li nexweşxanê pişknîna tenduristî ji Ehmed Turk re hate kirin, careke din bo zîndana Sîlîvriyêya Stenbolê hate veguhastin. Biryar e jî tîma tenduristî raportekê derbarê rewşa tenduristî ya Ehmed Turk de belav bike.

Ehmed Tirk yê 74 salî di ji 24 Mijdarê ve li girtîgeha Silvîriyê girtiye, di dilê wî de pîl heye û mehane pêwîstiya wî bi çavdêriya bizîşkî heye.