Davutoglu: Ez bi destûra Erdogan ligel gulen civiyam

Parlamenterê AKPê û Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Ahmed Davutoglu bersiva pirsên komîsyona lêkolînê ya hewldana derbeyê ya parlamentoyê da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterê AKPê û Serokwezîrê Tirkiyê yê berê Ahmed Davutoglu bersiva pirsên komîsyona lêkolînê ya hewldana derbeyê ya parlamentoyê da.

Derbarê hevdîtina ligel Rêberê Cemaeta Gulen Fethullah Gulen de, Davutoglu diyar kir ku ew sala 2013an bi destûr û agehdariya Serokomarê Tirkiyê Erdogan ligel Fethullah Gulen civiya ye.

Davotoglu derbarê xistina firokeya Rûsya de jî got, wî fermana xistina firokeya Rûsî di çarçoveya yasayên angajmanê de daye. Lê heman yasa ji bo êrişa her welatek ku xaka wan binpê bike hatiye dayîn, Rûsya jî di nav de armanca wî ne welatek diyarkirî bû.

Li ser eşkerekirina hevdîtinên Oslo yên di navbera PKK û berpirsên Tirkiyê de jî Davutoglu got, hevdîtin ji aliyê rêxistina Gulen û hêzên navnetewî yên li pişt wan ve hatiye eşkerekirin.