Sûriyê baceya li ser çêkirin û çakirina zêr zêde kir

Di destpêka sala 2017ê de, Wezareta Darayî ya hikûmeta Sûriyê baceya li ser çêkirin û çakirina zêr zêde kir. Li gorî serokê zêrkeran li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê, di destpêkê de nêzî 1,5 Dolar li ser her grameke zêr hatiye sepandin. Piştî hin danûstandinan baceya navbûrî dakete 1 dolarî û hewldan berdewam in ku kêmtir bibe.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Li gorî hin zêrkeran, Desteya Giştî ya Zêrkeran li Şamê paytexta Sûriyê berî zêr radestî wan bikin, baceya navbûrî distînin û ew jî neçar in vê zêdebûnê di firotina zêr de ji welatiyan bistînin. Ev yek jî bandoreke neyênî li tevgera bazara zêr dike û tenê ziyan dighêje welatiyan. 

Hin çavdêrên darayî dibêjin ku, Desteya Giştî ya Zêrkeran li Sûriyê di wê baweriyê de ye ku, gelek zêr li devera Cizîrê tê firotin, yan jî bi qaçaxî derbasî Tirkiye û Herêma Kurdistanê dibe, loma ev bace sepand. Ji aliyekî din ve, dibe ku kêmasî di xezîneya giştî ya Wezareta Darayî de hebe û bi sepandina vê baceyê dê karibe hinekî ji van kêmasiyan qerebo bike.