Wezareta Navexweyî: 11 PKKî hatine kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Navexweyî ya Tirkiyê da xuyakirin, di nav heftiyekê de 222 operasyon hatine kirin û 11 endamên PKK hatine kuştin.
Wezareta Navxweyî derbarê şerê li hemberî PKK, DAIŞ û Cemaeta Gulen de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, ji 9 vê mehê heta 16'ê, bi giştî 222 operasyonên bi hêzên asmanî, cendermeyan û polîsan hatine kirin.
Wezareta Navxweyî ragihand, di operasyonan de 11 endamên PKK hatine kuştin û 9 kes jî hatine desteserkirin ku bi wan re gelek çek û teqamenî jî hatin desteserkirin.
Her wiha di operasyonan de 419 kes jî bi gûmana endamtiya PKK û KCKê hatine binçavkirin û ji wan 40 kes hatine girtin.
Di vê demê de di operasyonên li hemberî DAIŞ de jî 72 kes hatin binçavkirin û ji wan 15 kes hatin girtin.
Di operasyonên li hemberî Cemaeta Gulen de jî 839 kes hatin binçavkirin û ji wan 405 kes hatin girtin.