K24 dîmenên Nebî Yûnis li Mûsilê belav dike

Mezargeha Nebî Yûnis li Mûsilê, yek ji mezargehên pîroz yên misilmanan e. Berî hatina DAIŞê ji navçê re, welatî bi rêjeyeke berbiçav serdana wî cihê pîroz dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Mezargeha Nebî Yûnis li Mûsilê, yek ji mezargehên pîroz yên misilmanan e. Berî hatina DAIŞê ji navçê re, welatî bi rêjeyeke berbiçav serdana wî cihê pîroz dikin.

Mezargeha Nebî Yûnis dikeve li aliyê çepê yê Mûsilê, di Tîrmeha 2014an de dema DAIŞ dest danî ser Mûsilê mezargeh teqand, ji bilî ji mezargehê mizgefteke mezin jî tê de bû, ew jî di dema teqînê hilweşiya bû.

Dîroka mezargeha Nebî Yûnis vedigere sala 138 Koçî, ku wek girîngtirîn mezargeha olî li bajarê Mûsilê tê hejmartin, minareya mizgeftê jî vedigere sala 1282 Koçî.

Çekdarên DAIŞê di teqandin û wêrankirinê de cudahiyê nakin di navbera cihên pîroz, ku çendîn cihên pîroz, kenîseyên Xiristiyaniyan û cihên pîroz yên Kurdên Êzidî teqandine.

Piştî du sal û nîvan hêzên Iraqî gihêştin mezargeha Nebî Yûnisê û karîn taxên derdora wê mezargehê kontrol bikin. Niha jî şer û pevçûn li derdora wê mezargehê derdikeve.