Doza hember Demirtaş û Yuksekdag hate eşkerekirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekrê cezayên ku ji Hevserokên partiya Demokrasiya Gelan (HDP) Selahatin Demirtaş û Figen Yuksekdag, têne xwestin eşkere kir.
Serdozgeriyê ji Demirtaş re cezayê ji 43 heta 142 salan û ji Figen Yuksekdag re jî cezayê ji 30 heta 83 salan, bi egera doza terorê û endamtiya hêza terorî, daxwaz dike.
Demirtaş û Yuksekdag, di 5ê meha Mijdara 2016an de, bi egera endamtiya rêxistina terorê, li gel 9 parlementerên din ên HDP hatibûn girtin.