Lavrov îdara nû ya Amerîka vexwand civîna Astanayê

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bang li îdara nû ya Amerîkayê kir ji bo beşdarîkirina di danûstandinên Astanayê de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bang li  îdara nû ya Amerîkayê kir ji bo beşdarîkirina di danûstandinên Astanayê de.

Lavrov di konferanseke rojnamegerî de ragihand û got: “Em bi bawer in ku îdareya nû ya Amerîka banga me qebûl bike û nûnerên wê di civîna Astanê de amade bibin.”

Lavrov amaje bi wê yekê kir ku, ev dibe yekem karê wan ligel îdareya nû bi serokatiya Donald Trump û dikarin gotûbêjkirina hilmeta hevbeş bo rûbirûbûna terorê li Sûriyê bikin.

Roja 14 Çile Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner ragihandibû, ti vexwandineke fermî ji bo beşdariya di civînên Astanayê de bikin ji wan nehatiye. Toner gotibû jî, heger ew hatin vexwandin, ewê qebûl bikin ku amade bin.

Biryar e di 23 ve mehê de civînên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de û bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astana paytexta Kazixistanê bên lidarxistin.

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û endamê Desteya Danûstandinan Ebdilhekîm Beşar jî bo civîna Astanayê bi fermî hatine vexwandin.