Zerîf: Nerazîne Amerîka li Astanayê amade bibe

Îran li dijî beşdarbûna Amerîka di civînên Astanê de ye û neraziye ku beşdar bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îran li dijî beşdarbûna Amerîka di civînên Astanê de ye û neraziye ku beşdar bibe.

Wezîrê Derve yî Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji ajansa “Tasnim” ya Îranî re derbarê helewsta Îranê ji beşdarbûna Amerîka di civînên Astanayê de ragihand, Îran li dijî beşdarbûna Amerîka di civînên Astanayê de ye. Herwiha Zerîf got: “Me ti vexwandin ji wan re birê nekiriye û em li dijî beşdarbûna wan in.”

Ev daxuyaniyên Zerîf di demekê de tên ku, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov di konferanseke rojnamegerî de ragihand û got: “Em bi bawer in ku îdareya nû ya Amerîka banga me qebûl bike û nûnerên wê di civîna Astanê de amade bibin.”

Biryar e di 23 ve mehê de civînên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de û bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astana paytexta Kazixistanê bên lidarxistin.