Li Çewlîgê 21 polîs hatin girtin

Li bajarê Çewlîgê yêBakurê Kurdistanê bi tometa endamtiya Cemaeta Gulen 21 polîs hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Çewlîgê yêBakurê Kurdistanê bi tometa endamtiya Cemaeta Gulen 21 polîs hatin girtin.

29 polîsên ku di operasyona dijî Cemaeta Gulen de hatibûn binçavkirin, duh derengiya şevê derketin pêşberî dadgehê û biryara girtina 21 polîsan hat dayîn.

Hember polîsên ku berê ji erkê hatibûn dûrxistin, li 15 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hefteyek berê operasyon hatibû kirin û 29 polîs hatibûn binçavkirin.

Parêzgariya Çewlîgê ragehand,  diyar bûye ku van polîsan sîstema "Bylock" ya înternetê bikar anîne ku ev sîstem wek sîstema pêwendiyan ya endamên Cemaetê tê binavkirin.