“Rûsya daxwaza beşdariya YPGê li Astanayê nake”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê radigihîne, bi ti awayekî YPGê di civînên li Astana beşdar nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê radigihîne, bi ti awayekî YPGê di civînên li Astana beşdar nabe.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavûşoglu, derbarê civînên li paytexta Kazakistanê Astana li ser krîza Suriyê, ragihand ku “Bi ti awayekî beşdariya YPGê di civînên li Astana ne mumkin e. Rûsya bi xwe, vê helwêsta me dizane û daxwaza beşdariya YPGê nekiriye. Rêxistinek terorî nikare li ser mêzê rûne.”

Derbarê vexwendname û beşdariya Amerîkayê jî Çavuşoglu diyar kir, ku “Amerîka jî, Neteweyên Yekgirtî jî dê werin vexwendin. Dîtina me û Rusyayê di vê babetê de jî yek e. Dikarim bibêjim, ku li Astana Tirkiye, Rûsya, Îran, Amerîka û Neteweyên Yekgirtî dê amade bibin. ”

Biryar e di 23 ve mehê de civînên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de û bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astana paytexta Kazixistanê bên lidarxistin.  

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û endamê Desteya Danûstandinan Ebdilhekîm Beşar bo civîna Astanayê bi fermî hatine vexwandin.