Lavrov bo K24ê: Barzanî, serkirdeyekî bihêz û birêz e

Wezareta Karûbarê Derve ya Rûsyayê şeva borî li mêvanxaniya taybet ya wezaretê mêvandariya peyamnêrê û nûnerên dezgehên ragihandinê yên biyanî kir, ev mêvandariya hat, piştî ku konferasa rojnamegerî ya Wezîretê birêve çûbû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mêvandariya Wezareta Derve ya Rûsyayê ji rojnamevanên biyanî re
Mêvandariya Wezareta Derve ya Rûsyayê ji rojnamevanên biyanî re

Berpirsê nivîsgeha K24ê li Rûsyayê Xoşewî Mihemed, piştî ku bi cilê Kurdî di konferansê de amade bûbû û pirsek li ser pêşeroja Rojavayê Kurdistanê ji Sergey Lavrov pirsî, Lavrov ew jî vexwand wê mêvandariyê.

Berdevka Werzareta Derve Maria Zaxarova û Berpirsê Nivîsgeha K24ê li Moskoyê Xoşewî Mihemed
Berdevka Werzareta Derve Maria Zaxarova û Berpirsê Nivîsgeha K24ê li Moskoyê Xoşewî Mihemed

Xoşewî zêdetir behsa guftûgoya ligel Lavrov dike û dibêje: “Lavrov ji min pirsî, ji bo çi te di presskonferansa Birêz Serok Putîn şaşik dabû serê xwe, îro jî şaşik ne li serê te bû?”

Xoşewî di bersiva xwe de got: “Birêz Sergey Lavrov, şaşik li serê min û, lê di hola konferansê de têk çûbû, min xwast dîsa li serê xwe bibestim, lê di wê demê tu hatî û ji ber guhdariya axaftina te bikim, derfet nema ku şaşika xwe bibestim.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Berpirsê Nivîsgeha K24ê li Moskoyê Xoşewî Mihemed
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Berpirsê Nivîsgeha K24ê li Moskoyê Xoşewî Mihemed

Lavrov: Cilên te gelekî ciwan in, lê heger şaşik li serê te be hîn ciwantir dibî.

Xoşewî amaje bi wê yekê kir, Lavrov derbarê rewşa Kurdistan û Serokê Herêma Kurdistanê jê pirsî:

Lavrov: Niha rewşa Kurdistanê çawa ye?

Xoşewî: Spas ji xwedê re, niha baş e û herîma karî serkeftineke mezin li dijî terorê bides bixe û niha ewlehî û aramiyeke baş heye.

Lavrov: Destên we sax bin, rola Kurd û Serok Barzanî di şerê li dijî teroristan bilind dinirxînin. Serok Barzanî, Serkirdeyekî bihêz û birêz e.

Xoşewî dibêje, Lavrov di dawiya axaftina xwe de amadehiya hemû cure hevkariyê bo kenala Kurdistan24ê derbirî. Herwiha Lavrov soz da jî ku di rojên bê de hevdîtineke taybet bo Kurdistan24ê saz bike.