Mesrûr Barzanî: Yekrêzî gerentiya bidesxistina mafên Kurd e

Şêwirmendê Encûmena Asayşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, cibicikirina rêkeftinên berê yên di navbera alyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê gerantiya desteberbûna mafên gelê Kurd e di pêşeroja Sûriyê de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, cibicikirina rêkeftinên berê yên di navbera aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê gerantiya desteberbûna mafên gelê Kurd e di pêşeroja Sûriyê de.

Mesrûr Barzanî di hevdîtineke bi Nûnerê Holanda bo Karûbarê Sûriyê Xîrard Stigiz re ku Kunsila Holenda li Hewlêrê Janet Alberda jî amade bû, dawî guhertinên siyasî û serbazî yên Sûriyê û civîna çaverêkirî ya Astana paytexta Kazaxistinê û pêşeroja gelê Kurd li wî welatî gotûbêj kir, Herwiha beşdarîya nûnerên gelê Kurd di civîna Astanayê de ji bo berjewendiya hevbeş bi giring hat zanîn.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê bicihbûna mafên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de, amaje bi giringîya pabendibûn bi rêkeftinên berê yên di navbera aliyên Kurdî yên ku li Hewlêr û Dihokê hatine îmzekirin kir û ragihand, yekrêziya Kurd wê pêşeroja wan li Sûriyê dabîn bike, her takrewî û desthilata yekalî jî metrisî ye ji bo ser pêşeroja gelê Kurd li Sûriyê.

Li hemberê Nûnerê Holenda ji bo karûbarên Sûriyê spasiya hewlên Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser hêzeke modêrin kir, heya rolê xwe li Sûriyê bibîne û ragihand, Herêma Kurdistanê li pêşiya eniyên şerê li dijî terorsitên navdewletî ye, lew di çareserkirina pirisgirêkan de nêrîna we li cem me giring û bi mifa ne.

Her di civînê de Kunsila Giştî yê Holenda li Hewlêrê rolê Herêma Kurdistanê di pêşdeçûn û guhertinên navçeyê de bilind nirxand û ragihand, Herêma Kurdistanê hevbeşekê giring ê Holandayê ye.