Firokeyên Tirkiyê Qendîl bombebaran kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyeyê bingehên PKKê yên li Qendîlê bombebaran kir û 8 bingehên PKKê hatin jinav birin.
Sererkaniya Tirkiyeyê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku, duh şev li çiyayê Qendîlê dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyonên asmanî pêk hatiye û firokeyên şerî bingehên PKKê bombebaran kirine.
Sererkaniyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, di encamê de 8 bingehên PKKyê hatine jinavbirin.
Du roj berê jî firokeyên Arteşa Tirkiyeyê li Qendîlê operasyon pêk anîbûn.