Li Mêrdînê 3 endamên PKKê canê xwe ji dest dan

Li bajarê Mêrdînê navçeyên wekî Artuklu û Qoserê di navbera endamên PKKê û hêzên ewlekariya Tirkiyê pevçûn derket û 3 endamên PKKê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Mêrdînê navçeyên wekî Artuklu û Qoserê di navbera endamên PKKê û hêzên ewlekariya Tirkiyê pevçûn derket û 3 endamên PKKê canê xwe ji dest dan.

Li gor nûçeyên di çapemeniya Tirkiyeyê de belav bûye, li navçeya Qoserê Taxa Ataturkê polîsan bi ser malekî de girtine. Piştre pevçûn derketiye û di encamê de 2 endamên PKKê canê xwe ji dest dane.

Li gor zanyariyan operasyona  polîsan li navçeya Qoserê ji bo girtina endamekî din ê PKKê berdewam dike û di operasyonê de firoke tê bikaranîn.

Ji alîkî din ve li navçeya Artukluyê gundê Sulakê jî hêzên leşkerî li ser dazanînekî operasyon pêk anîne û pevçûn rû derketiye. Di encama wê operasyonê de jî endamekî PKKê canê xwe ji dest daye û li wir jî operasyon berdewam dike.