Tîma Cîzresporê rastî êrîşeke nijadperestiyê hat

Tîma Cîzresporê ya Bakurê Kurdistanê ku di çarçoveya xula Tirkiyê a sêyemîn de çûbû bajarê Beybrutê û bi tîma wî bajarî re matchek lîstibû, piştî bidawîbûna lîstikê tîma Cîzresporê rastî êrîşeke nijadperestiyê hat.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gorî agahiyên gerînendeyê tîma Cîzresporê Cengiz Şeremet ku ji K24ê re ragihand, her ciqas di encama pêşbaziyê de tîma Bayburtê 2-1 li hember Cîzrespor serketibe jî, piştî pêşbaziyê lîstikvanên Bayburtê bi sixêfan êrîşî rêveber û lîstikvanên Cîzrespor kirine û gotinên nijadperestî bi kar anîne.

Herwiha Berpirsiyarê tîmê ji peyamnêrê K24ê re got, alîgir, lîstikvan û polêsên Bayburtê ji wan re gotine hûn terorist in. Cîgirê Serokê tîmê Maruf Sevînç jî ji milê xwe derbe xwariye.

Tîma Cîzresporê ya bajarê Cizîra Botan e, di nava xula Tirkiyê a sêyemîn de dilîze.