Di 10emîn salvegera kuştina Hrant Dînk de panelek

Li Enqerê di 10emîn salvegera kuştina Hrant Dînk de bi navê “Parastina Demokrasi, Azadî û Jiyaneke Bi Hev re” panelek hate lidarxistin. Beşdarên li panelê jî li ser zextên li çapemeniyê û doza Hrant Dînk ku hê nehatiye zelalkirin axivîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Enqerê di 10emîn salvegera kuştina Hrant Dînk de bi navê “Parastina Demokrasi, Azadî û Jiyaneke Bi Hev re” panelek hate lidarxistin. Beşdarên li panelê jî li ser zextên li çapemeniyê û doza Hrant Dînk ku hê nehatiye zelalkirin axivîn.

Li Enqera paytexta Tirkiyeyê ji aliyê rojnameya Bîrgunê ve li Komeleya Karbidestên Zanîngeha ODTUyê panelek hate lidarxistin. Di panela 10emîn salvegera kuştina Hrant Dînk de rojnameger, siyasetnas û parlamenter beşdar bûn. Hrant Dînk, 19ê Çileya 2007an de li Stenbolê rastî erîşeke çekdarî hatibû û canê xwe ji dest dabû. Li ser kuştina Dink doz hate vekirin û ew doz hê jî berdewam e. Lê belê her çiqas kujerê Dînk, Ogun Samast piştî rûdanê bi 36 saetan hatibe girtin jî, kuştina Dink heta niha bi temamî nehatiye zelalkirin û nîqaşên li ser didomin.  Rojnameger dibêjin Hrant Dînk jî rojnamegerek bû û di bin banê Rewşa Awarte de li ser rêyên parastina demokrasi û azadiyê axivîn û bal kişandin ser girtinên rojnamegeran, zextên ku li çapemeniya opozîsyon tên kirin.

Nîvîskarê Rojnameya Bîrgûnê Prof. Dr. Dogan Tiliç ji K24ê re wiha axivî: "Gotinek heye beriya mirina Hrant di mêjiyê me de cih girt û ya rastî hevokekê wî ya nişaneya mirinê dida me. Gotibû ez wekî kevokekê bi tirs dijîm. Ji wê rojê heta îro Tirkiyeyê bînin ber çavên xwe ka Tirkiye ber bi ku ve diçe. Ez ê jî wekî hevoka Hrant bibêjim. Mixabin em bûn şahidê kuştina Tahîr Elçî jî û Tirkiye, gav bi gav ber bi rêya ku bibe welatê kevokên bi tirs ve diçe."

Li aliyê din li gorî rojnamegeran, heyamên ku çapemenî û desthilat dibe yek deng pêkanîna rojnamegeriyê hê zehmettir dibe. Nûnerê Televîzyona Foxê yê Enqereyê Sedat Bozkurt û nivîskarê rojnameya Cumhuriyetê Erdem Gul jî dibêjin di pêvajoya Rewşa Awarte de gelek saziyên çapemeniyê û rojnameger hatine girtin. Lê belê ew tu caran xwe ji parastina demokrasî, gotin û nivîsa rastî nadin paş.

Gul got: "Sê-çar destketiyê me hene. Demokrasî, azadiya vegotinê, azadiya ramanan û bi her awayî bidengkirina ramanan. Ev hemû maf jî bi dest ketine. Riyên parastina wan jî rik e.  Girtina rojnamegerekî jî ji bo çapemeniya azad ya derve derbeyeke mirinê ye."

Nûnerê Televîzyona Foxê yê Enqerê Sedat Bozkurt jî got: "Mexdûrê hemû derbeyan, çapemeniya azad û têkoşerên demokrasiyê ne. Dewlet, pirrengiyê wekî talûkeyekê dibîne. Di Rewşa Awarte de tiştên ku biryarnameyên di hikmê yaseyan de tên kirin jî ji bo çewsandina civakê rêyeke hêsan e."

Di panelê de amaje pê hat kirin ku dema wan dest ji parastina azadiyê berda wê demê êdî wateya parastina tu tiştî namîne. Di heyama Rewşa Awarte de 56 saziyên rojnameyan, 5 ajansên nûçeyan, 15 torên televîzyonan û 22 yên radyoyan hatin girtin. Herwiha li gorî raporta Komeleya Rojnamegerên Nûjen ya dawî 147 rojnameger di girtigehan de girtî ne.