Astana.. Opozîsyon bi merc danûstandinan dike

Şêwirmendê yasayî yê Artêşa Azad a Sûriyê û endamê şanda opozîsyona Sûriyê ji bo danûstandinên Astana Osama Ebûzêd ragihand, ku ew ti mijarên derbarê aliyên şerker li Sûriyê gotûbêj nakin, heta tevahiya mîlîşyatên biyanî ji Sûriyê derkevin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê yasayî yê Artêşa Azad a Sûriyê û endamê şanda opozîsyona Sûriyê ji bo danûstandinên Astana Osama Ebûzêd ragihand, ku ew ti mijarên derbarê aliyên şerker li Sûriyê gotûbêj nakin, heta tevahiya mîlîşyatên biyanî ji Sûriyê derkevin.

Ebûzêd li Astanayê ji rojnamevanan re axivî û got: “Bêtir ji 62 mîlîşye li Sûriyê li kêleka rêjîma Esed şer dikin, dema ku aliyê Rûsî xwest behsa dosya Fetih El-Şamê bike, me red kir ku em vê dosyê gotobêj bikin, berya em li ser perensîpeke giştî rêk bikevin, ew perensîp jî valekirina Sûriyê ji tevahiya hêzên biyanî, Iraqî, Îranî, Efxanî û regeznameyên din yên dibin diruşmên taifî de şer dikin û di nav navçeyên Sûriyê de tevgerê dikin û sivîlan dorpêç dikin, bi taybet jî li Wadî Bereda, Xûta Rojihlat û başûrê Şamê ji bo pêkanîna projeya guhertina dîmografî û guhertna taifî, wek ku li navçeya Qusêr û Himsa kevin û Darya çêbûye.

Ebûzêd tekezî li ser wê yekê û got: “Min bi awayekî zelal bersiv da, em çi mijarên derbarê aliyên şereker li Sûriyê gotobêj nakin, berî ku em li hev bikin, ku tevahiya mîlîşyat ji Sûriyê derkevin.