YPG: Em pabendî biryarên Astanayê nabin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, biryarên civîna Astanayê ji bo aliyên ku tê de beşdarin in, YPGê pabendî biryarên civîna Astanayê nabe.

K24 – Naveda Nûçeyan

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, biryarên civîna Astanayê ji bo aliyên ku tê de beşdarin in, YPGê pabendî biryarên civîna Astanayê nabe.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya YPGê Rêdûr Xelîl di daxuyaniyekê de helwesta xwe ji civîna ku li Asatanayê ya di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de û di bin serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê de birêve diçe bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re, aşkere kir.

Di daxuyaniya YPGê de hat: “Civînên li Astanayê di navbera rêjîm û opozîsyona çekdar de û di bin serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê de birêv diçe, em wek YPGê dibînin ku ew alî bixwe beşek in ji pirsgirêkê ne, ti rêyên çareseriyê di destê wan de tune ye.”

YPGê da zanîn: “Çareserî li Sûriyê di projeyeke niştimanî, dîmokratî û birayetiya gelan de ye, di rêveberiyên xweserî yên demokratî de ye, ku ev rêvberiyên xweser parastina yekperçeya xaka Sûriyê dike.”

YPGê amaje bi wê yekê kir, ku ew sîstema rêveberiya xweser li ser erdê cibicî dikin û hemû pêhateyên olî û netewî ji Hesekê û heta bi Efrînê ve cihên xwe tê de dibînin, ku aliyên nakok jî dikrain sûdê ji ezmûna wan bibînin.

YPGê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Em wek YPGê ku em di vê danûstandinê de ne beşdar in, tekez dikin ku em pabendî ti biryarên civîna Astanayê nabin. Her biryareke vê civînê tenê aliyên tê de beşdar in lixwe digire.”

Ji duh ve, bi beşdariya aliyên opozisyona çeksdar û rêjîma Sûriyê û bi serperiştiya Rûsiya, Îran û Tirkiyê civîna Astanayê ya derbarê dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re dest pê kir.