Telal Silo: Em pabendî biryarên Astanayê nabin

Berdevkê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Telal Silo ji K24ê re ragihand, ew bo civîna Astanayê nehatine vexwendin, herwiha ew bi biryar û encamên civînê jî pabend nabin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Telal Silo ji K24ê re ragihand, ew bo civîna Astanayê nehatine vexwendin, herwiha ew bi biryar û encamên civînê jî pabend nabin.

Silo got: “Ta niha ti vexwendin ji me re nehatiye, lê ne vexwendina me tê wateya berdewamiya kirîza Sûriyê, ji ber em hêzeke sereke ne û li dijî terorê şer dikin û bêtirî 30 ji sedî ji xaka Sûriyê di bin kontrola me de ye û hemû pêkhate di nav me de jî hene.”

Silo tekez kir û got: “Ev civîn dê ne serkeftî be, ji ne em tê de ne beşdar in, herwiha em pabend nabin bi biryar û encamên vê civînê.”

Bi beşdariya aliyên opozisyona çeksdar û rêjîma bi serperiştiya Rûsiya, Îran û Tirkiyê, herweha bi beşdariya fermî ji welatên Amerîka, Brîtaniya, Ferensa û Yekîtiya Ewrûpayê civînên Estanayê îro dest pê kir.

Ji aliyê Kurdî jî Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û endamê Desteya Danûstandinan Ebdilhekîm Beşar di civîna Astanayê de beşdar in.