Parlementerê HDPê Îmam Taşçier hat binçavkirin

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier li Diyarbekirê di dema ji mala xwe derdiket ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier li Diyarbekirê di dema ji mala xwe derdiket ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Hat gotin ku ji bo Taşçier, di çarçoveya dozeke ji aliyê Serdozgeriya Komarî a Diyarbekirê ve dihat birêvebirin biryara bi awayekî zorê veguhestina dadgehê hatiy dayîn.

Tawanên li ser Parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier wiha ne: "Bi awayekî eşkere Komara Tirkiyê bêrûmet kirin, heqaret li Serokomar kirin û hekaret li karmendê kirin." Ji ber wan tawanan li ser Taşçier doz hatibû vekirin lê belê hat amajekirin ku ji ber ku Taşçier tevî teblîxatan neçûye dadgehê bi zorê biryara birina dadgehê hate dayîn.