HDK dê li dijî guherîna destûrê dengê xwe bide

Li Tirkiyê Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) ku di gel HDPê gelek rêkxistinên çepgir jî di bin sîwana xwe de komkiri ye, li Stenbolê bi rêya civîneke çapemeniyê biryara xwe ya bo referandûmê aşkere kir û got: ew dê di referandûmê de li dijî vê destûrê dengê xwe bidin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Tirkiyê Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) ku di gel HDPê gelek rêkxistinên çepgir jî di bin sîwana xwe de komkiriye, li Stenbolê bi rêya civîneke çapemeniyê biryara xwe ya bo referandûmê aşkere kir û got: ew dê di referandûmê de li dijî vê destûrê dengê xwe bidin.

Hevberdevkên HDKê gotin: ji bo destûra nû ya ku dixwaze pergala parlamenteriyê biguherîne ji referandûmê derbas nebe, ew dê mal bi mal bi gerin.

Piştî ku pergala serokomariya bi partî ku wekî pergala nîvserokatî tê qebûl kirin, li parlamentoya Tirkiyê bi rêya 18 xalên destûrê hat qebûlkirin û şûnde; tê plankirin ku di mehên pêş de li Tirkiyê referandûmek were li dar xistin. Ji bo referandûma ku dema wê hê nediyare amadekariyên partiyan jî berdewam in. Di parlamentoyê de Ak Partî û partiya nijadperest ya Tirkiyê MHP palpiştî vê destûrê ne, lê Partîya Komarxwaz ya Gel CHP û Partiya Demokratîk ya Gelan HDP li dijî vê guherînê ne.

Kongreya Demokratîk ya Gelan ku di gel HDPê gelek rêkxistinên çepgir jî di bin sîwana xwe de komkiri ye, li Stenbolê bi rêya civîneke çapemeniyê biryara xwe ya bo referandûmê aşkere kir û got: ew dê di referandûmê de li dijî vê destûrê dengê xwe bidin.

Hevberdevkên HDKê ji K24ê re amaje kirin ku, da ku ev guherîna destûrê pêk neyê ew dê mal bi mal bigerin û di vî warî de piştgiriya gel bixwazin.

Hevberdevka HDKê Gulîstan Kiliç Koçyîgît ji K24ê re wiha axivî: “Em ê mal bi mal û kolan bi kolan bi gerin û ji bo ku gel vê destûrê qebûl neke, em ê destûrê û hemû bendên destûrê ji wan re yek bi yek şîrove bikin. Ji ber ku ev destûr di warê aborî, siyasî û civakî de dê ziyaneke mezin bigehîne Tirkiyê.”

Hevberdevkê din yê HDKê Onur Hamzaoglu jî di civînê de diyarkir ku ew di rewşa awarte de referandûmê qebûl nakin û dê li dijî vê yekê bisekinin.