Mosko projedestûreke nû ji Sûriyê re nivîsandiye

Ajansa “Tas” a Rûsî li ser zimanê serokê şanda Rûsya li Astanayê belev kiriye, ku wî projedestûreke nû li Astanayê radestî opozîsyona çekdar kiriye û niha Rûsya ji bo projedestûrê li benda berisva opozîsyonê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wî jêderî ameje kiriye, ku opozîsyona çekdar li Astanayê gotiye “Destpêkirina proseya siyasî li Sûriyê girîng e û dibe ku kar li ser destûreke nû were kirin.”

Herwiha serokê şanda Rûsya li Astanayê behsa giringiya helbijartinan û serokayetiyê jî kir, ku birêve biçin.

Ev yek di demekê de ye ku di destpêka meha bê de, dê komîtên hersê welatan Rûsya, Îran û Tirkyê li astanayê bicivin.

Civîna Astanayê ya derbarê krîza Sûriyê de duh bi dawî bû, daxuyaniya dawiyê jî tekezî li ser wê yekê ku, nabe bi çi awayekî çareserî li Sûriyê leşkerî be çareseriya siyasî û yekperçeya Sûriyê hate kirin.