Infografî.. Li Tirkiyê biryara 7'emîn referandûmê hat dayîn

li Tirkiyê heta niha çend referandûm hatine kirin û encamên wan çi bûn? Di vê Infografiyê de bibînin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

li Tirkiyê heta niha çend referandûm hatine kirin û encamên wan çi bûn? Di vê Infografiyê de bibînin.

  • Li Tirkiyê 27'ê Gulana 1960'ê bi pêşengiya Sererkan Cemal Gursel derbeya leşkerî pêkhat û Serokwezîrê wê demê Adnan Menderes hat bidarvekirin. Destûra nû hat amedekirin û 09.07.1961'ê de referandûm bo pejirandina destûra nû hat darxistin. Ev di dîroka Komara Tirkiyê de yekem referandûm e.

10 mîlyon û 321 hezar kesan deng bikar anîn û encam wiha derket:

Bo Destûra Nû: 61. 7% Belê – 38.3 % Na

  • 12'ê Îlona 1980 bi pêşengiya Sererkan Kenan Evren careke din derbeya leşkerî hat kirin. Bi sedhezaran kes hatin girtin û 18 kes jî hatin darvekirin. Hemû partiyên siyasî hatin daxistin û serokên wan hatin girtin. Siyaset bo wan hat qedexekirin.

Destûrek hat amadekirin û bo pejirandina destûrê, 7'ê Mijdara 1982'ê referandûm hat darxistin. 18 hezar û 885 hezar kesan dengên xwe bikar anîn.

Bo Destûra Nû: 91.4 % Belê – 8.6 % Na

  • 1987'ê bo Siyasetmedarên ku bi derbeya 12'ê qedexeya siyasetê hatibû guhertina destûre hat kirin.

12'ê Tîrmeha 1987'ê  referandum hat darxistin. 24 mîlyon û 436 hezar kesan dengên xwe bikaranîn.

Guhertina Destûrê bo Qedexeyên Siyasetmedaran: 50.16 % Belê – 49.84 % Na

Bi vê encamê qedexeya siyasetê y Siyasetmedar Bulend Ecevît, Necmedîn Erbekan, Suleyman Demîrel  û Alpaslan Turkeş hat rakirin.

  • 25'ê îlona 1988'ê Bi armanca hilbijartinên herêmî salek pêşwext bên kirin referandum hat darxistin. 23 mîlyon û 780 hezar kesan dengên xwe bikar anîn.

Bo Hilbijartinên Pêşwext ên Herêmî: 65 % Na – 35 % Belê

Tenê ev referandum e ku nehatiye qebûlkirin. Wê demê partiya Desthilatdar ANAP bû û partiya Serokomar Turgut Ozal bû.

  • 21'ê Cotmeha 2007'ê bi armanca ku Serokomar ji hêla gel ve bê hilbijartin referandum hat kirin. Ji ber ku Abdullah Gul li gor destûra Tirkiyê hatibû hilbijartin lê Dadgeha Destûrê got, pêwîste 367 deng hebin û bo vê serokomartiya Gul qebûl nekiribû. Hilbijartina duyem meha Tebaxê hat kirin û Gul bû Serokomarê Tirkiyê.

28 hezar kes beşdarî dengdanê bûn.

Gel Serokomar Hildibijêre: 68.95 %  Belê – 31.05% Na

Piştî vê referandumê yekemîn serokomarê Tirkiyê ku bi dengê hatiye hilbijartin Receb Tayîb Erdogan e ku sala 2014'ê hat hilbijartin.

  • Bo guhertina sîstema dadgehên bilind yên Tirkiyê 27 bendên destûrê hatin guhertin. Hejmar û sîstemên Dadgeha Destûrê, Dadgeha Bilind, Desteya Dozger û Dadweran hat guhertin. 28 hezar 794 hezar kes beşdarî referandûmê kirin.

Guhertina Hejmar û Erkên Dadgehên Bilind: 57.88 % Belê – 42.12 Na.

CHP û MHP dijî derketin. BDP boykot kir. Hatibû îdîakirin ev yek bi armanca Cemaeta Gulen xwe di nanv dadgehan de bihêz bike hatiye encam dan û ev nîqaş berdewam e ku, bi referanduma niha guhertin di referanduma berê de tê kirin.

  • Referandûma ku li Tirkiye sîstema Serokomarî bê bicîhkirin Dem nehatiye diyarkirin lê meha Nîsanê di rojevê de ye.