Mahsun Kirmizigul filmekî nû kişand

Derhêner û Hunermendê Kurd yê navdar Mahsun Kirmizigul piştî demeke dirêj bi filmê xwe yê ku bi navê "Tiliya Wezîrî" derdikeve pêşberî bînerên sînemayê. Filmê ku Kirmizigul hem wekî derhêner hem jî wekî lîstikvan û senarîst tê de cî girtî li Stenbolê bi beşdariya galayeke hat nîşandan. Di galayê de lîstikvanên filmî hestên xwe bi K24ê re parvekirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Derhêner û Hunermendê Kurd yê navdar Mahsun Kirmizigul piştî demeke dirêj bi filmê xwe yê ku bi navê "Tiliya Wezîrî" derdikeve pêşberî bînerên sînemayê. Filmê ku Kirmizigul hem wekî derhêner hem jî wekî lîstikvan û senarîst tê de cî girtî li Stenbolê bi beşdariya galayeke hat nîşandan. Di galayê de lîstikvanên filmî hestên xwe bi K24ê re parvekirin.   

Galaya filmê Mehsun Kirmizigul ku hem wekî derhêner hem jî senarîst û lîstikvan tê de cîdigire li Stenbolê hat lidarxistin. Di gel lîstikvanên filmî gelek navdarên Tikriyê jî beşdarî vê galayê bûn.

Derhênerê Kurd Mehsûn Kirmizigûlê ku di gel lîstikvanên filmî beşdarî di galayê de kirî gelekî bi kelecan bû. Kirmizigul di gelayê de got: "Ez gelekî bi kelecan im. Filmê Tliya Wezîrî filmeke komediyê ye. Filmeke bi kêf û gelekî jidil e. Hêvîdar im ku were ecibandin."

Lîstikvanên sereke yên filmî jî wekî Mehsun Kirmizigûl gelekî bi kelecan bûn. Lîstikvana Sereke Ece Uslu jî got: "Îro em ê bi hevre temaşe bikin. Em ê jî hê nû bibînin bê ka çi derketiye holê. Ji ber wê em gelekî bi kelecanin."

Lîstikvana Sereke Gûlben Ergen jî wiha axivî: "Me ji vî karî gelekî hez kir û em pê bawer in, lê temaşevanên sinemayê dê biryarê bidin. Hêvîdarim ku wê baş be."

Lîstikvanên gênc yên filmî hestên xwe bi K24ê re parve kirin.

Lîstikvan Komedyen Metîn Yildiz got: "Wek her daîm dibêjin hewcedariya me bi kêf û şahiyê heye, niha ew dem ev dem e. Em her roj li rastî bûyerên xemgîn tên û em hêvîdarin ku kurte demek be jî bi saya vî filmî temaşevanên me dilşad bibin. Ez ji Hewlêrê gelekî hezdikim û slavên xwe ji wan re dişînim. Di demeke nêz de ez ê biçim Hewlêrê. Herwiha em difikirin ku li Hewlêrê dibistaneke şanoyê jî vekin. "

Lîstikvan Zekeriya Karakaş jî got: "Me ji mehekê zêdetir ked da û filmek xweş bû. İnşallah wê temaşevan jî jê hezbikin. Yanî bê tiliya wezîrî nemînin. Em gelekî bi kelecanin. İnşallah emê bi serkevin."

Derhênerê Kurd yê Diyarbekirî Mehsun Kirmizigul bi salên dûvedirêj wekî mûzîkjen li Tirkiyê hatibû nasîn. Kirmizigul piştî demekê dest bi derhêneriyê kiribû û 4 filmên dramayê çêkiribû. Filmê bi navê Wezîr Parmagi anku "Tiliya Wezîrî" jî yekemîn filmê komedî yê Mehsum Kirmizigul e.

Di filmî de çîrokên komîk yên 5 barkêşên di serdema împaratoriya Osmanî de hatine ba hev tê vegotin ku her pênç barkêş jî di nav çandeke cûda de mezin bûne.